Evdile Koçer - Zimanê Kurdî têrê nake?!... Kurdî Kurdisch Kûrtçe Ziman Dil Roj TV Rojbaş Kurdistan Asîmîlasyon
Nivîskar Evdile Koçer di Roj TV de behsa 'Aqilê serdestan, barê bindestan' dike û dibêje gelo 'zimanê kurdî têra çi dike?!'Teksta ku behsa nivîsê tê kirin:Aqilê serdestan, barê bindestan: "Zimanê Kurdî têrê nake...!"Evdile Koçerevdilekocer@yahoo.comGava ku aqilê serdest û bindestan di hin qonaxên dijwar de bigihîjin hev û bixwazin şirîkatiya hin kuştinên nediyar bikin, ne mimkûn e ku êdî meriv bikaribe ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne.Serdest, bi her awayî --bi şerê xwe yê reş û spî ve!- bêhn û hebûna zimanê kurdî qedexe kirin û kirin ku qurmê zimanê kurdî birize û bikeve ber taq û diwaran, dû re bi rûyê xwe yê reş ve rabûn gotin: "Pirtûka we tune, romana we tune, matematîka we tune, tune tune... nexwe Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"Bindestên reben û evdal jî, li şûna ku dê rahêjin per û baskên peyva Kurdî û ji xwe re bikin NEFESA HEBÛNA XWE, li şûna ku dê zengîniya zimanê Kurdî ji xwe re bikin şûr û mertal û ber bi azadiya rih û nasnameya xwe ve bimeşin, radibin gotinên serdestên xwe bi meqam û melodiya pepûkiya xwe ve dubare dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"Serdest, bi sîstem û medyaya xwe ya ku dişibe goristaneke veşartî, bi derew û dek û dolabên xwe yên ku di Akademiya xwe de pijandine û bi taktîk û stratejiyên xwe yên "POST" û sûreal ve bi şev û roj her tecawizî rihê zimanê Kurdî kirin, dû re jî rabûn bi manûpile û berovajîkirinên xwe ve bindestên xwe neheq kirin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"Bindest jî li şûna dê wekî adetên berê pozê wan bişewite û şev û rojên xwe ji bo serkeftina rihê zimanê xwe bixin yek, radibin çawa ku ji wê TECAWÎZA VANDALÎ zewq standibin xwe bi devkî davêjin erdê, bi fona zimanê serdestan dikin pistepist û piçekî xwe jî neheq dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!" Serdest, di Ûniversîte û Akademiyên xwe de hemû beşên olojiyê ji folklor, mûzîk û xewnên Kurdan re kirin tirbeke fireh û li gorî hovîtiya xwe fatîhayekê jî li ser xwendin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!" Bindest jî çawa ku qîma xwe bi vê tirba fireh anîbin û çawa ku bixwazin li ber dilê serdestên xwe şêrîn bibin zîtikekê li cineta zimanê xwe didin û hêj li berî fatîhaya serdestên xwe dibêjin, "Amînnnnn...!"Dema ku Koçerên wekî min jî bixwazin neynikekê bidin rûyê wan û pêlî dûvikê wan bikin, xwe dicircirînin û gazincan dikin: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"Welhasil çîroka serdest û bindestan li ba me kurdan jî bi rengê xwe yî veşartî û nepenî ve her xwe dubare dike. Heta ku ev çîrok wisa xwe dubare bike, meriv jî nikare ava du sê gotinên bejî ji bo fikreke nû bimeyîne...Aqilê serdestan li gelek deveran û pir caran dibe barê bindestan: "Zimanê Kurdî têra her tiştî nake...!"A baş ew e ku meriv xwe dîsa bispêre fîlozofo mezin Roland Barthes: "Nexweşiyeke min heye, ez li her derê ziman dibînim..."
Channel: Music
Uploaded: November 30, 1999 at 12:00 am
Author: Gulanbihar
Length: 05:25
Rating: N/A
Views: 303
Tags: amed bindest devok dil kurd kurdisch kurdî kurmancî kurtçe lehçe serdest sorani sormancî tirkmancî turkçe zazakî Ziman
Video Comments
|
Harakat123 (November 30, 1999 at 12:00 am)
Tu her biji. Turkji dizanin cawa bi me bileyizen. Dizanen kurd hez dine dike. Bi riya dine gele me xapandiye. Eger tu diroka me meze biki, ew her dem kemasiya me bu ye. Mixabin, din sebebeke mezine li regirtina azadiya gele me. Erdogan wek pashayen bere gele me bi riya musulmantiye xapandiye.
Harakat123 (November 30, 1999 at 12:00 am)
Her biji roshambir Evdil! |
|